Koriyon
Perdeya koriyoni an ji koriyon (bi inglîzî: chorion) perdeya herî derveyî ya perdeyên derveyî embriyoyê ye.
Korpele û perdeyên embriyonî yên xişok, balînde û memikdaran bi koriyonê pêçayî ne.[1]
Di embriyoyên memikdaran de xaneyên trofoblast ên blastoçikildanê bi navpoşê malzarokê tên girêdan û perdeya koriyonî peyda dibe.[2]
Perdeya koriyonî ji du çînan pêk tê; cotek çîna xaneyên trofoblast li aliyê derve, çîna naverast (mezoderm) jî li aliyê navî de cih digire. [3]Beşek koriyonê ya bi navpoşê malzarokê ve girêdayî, di çêbûna plasentayê de cih digire.
Koriyon beşa alûgorkirinê ya plasentayê pêk tînê.[4] Plasenta ji koriyon û şaneya navpoşê malzarokê pêk tê.[2]
Du erkên serekî yê koriyonê heye, parastin û xwedîkirina embriyo û korpeleyê.
Koriyon şileya bi navê şileya koryonî berhem dike û der dide nav valahiya navbera koriyon û seravê. Şileya koriyonî embriyoyê ji darbeyan diparêze.
Ji bo xwedîkirina embriyoyê, koriyon pêkhatey��n bi şeweyî tilî ber bi navpoşê malzarokê dirêj dike. Ji van pêkhateyan re tê gotin memîleyên koriyonî (bi înglîzî: chorionic villi).Memîleyên koriyonî heta lûleyên xwînê yên dayikê dirêj dibin.[5]Beşek zêde yê plasentayê ji memîleyên koriyonî pêk tê. Memîle rûberê plasentayê zêde dike û alûgorkirina xurek û madeyan ji xwîna dayikê hêsantir dike.[6]
Perdeya koriyoni berpirsiyar e bo berhemkirina hormona hCG ye. Hormona koryanî ya handerê gonadên mirov (bi înglîzî: human chorionic gonadotropin (hCG)) ji bo berdewamiya ducaniyê kar dike. ji koriyonê derdana hCG bi çeqîna embriyoyê dest pê dike heta dawiya qonaxa sêyeka yekem a ducaniyê didome.[7] hCG rê li ber hilweşîna tenê zer digire, ta ko heta plasenta bi têra xwe biperise.[4] Piştî sê meha ducaniyê, hCG ji aliyê plasentayê ve tê derdan.[8]
Di xwînê de hebûna hCG, tenê zer han dide bo domandina derdana procesteron û êstrocenê. Hormonên tenê zer rê li ber hilweşîna navpoşê malzarokê digirin navpoşê malzarokê bi lûle û mûlûleyên xwînê dewlemntir dikin. Bi vî awayî xwedîkirina embriyoyê û berdewamiya ducaniyê hêsan dikin.[4]
Heta dawiya sê mehî ya ducaniyê, geşebûn û peresîna plasentayê didome, ji vê gavê şûnve êstrocen û procesteron êdî ji aliyê plasentayê ve tê berhemkirin û derdan.[9]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Biologydictionary.net Editors. "Chorion." Biology Dictionary, Biologydictionary.net, 08 Jun. 2017, [1]/
- ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ Biologydictionary.net Editors. "Chorion." Biology Dictionary, Biologydictionary.net, 08 Jun. 2017, [2]
- ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "villus". Encyclopedia Britannica, 3 Aug. 2020, [3]. Accessed 26 August 2022
- ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
- ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill